Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
NÛ BÛ

Îranê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Trump da: Derewên mezin

Îranê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Serokê DYE'yê Donald Trump da ku Trump îdîa kiribû ku Tehran xwedî wan fuzeyan e ku dikare li xaka DYE'yê bixe. Tehranê îdîayên Washingtonê weke derewên mezin pênase kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û got, "Îdîayên li ser bernameya nukleerê ya Îranê, hejmara fuzeyên balîstîk û hejmara mirovên di bûyerên meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dan, derewên mezin e."

Bakeyî eşkere nekir ku bersivê dide kîjan daxuyaniyê, lê belê beriya bi saetan Trump di axaftina xwe ya polîtîkaya giştî ya li Kongreyê de îdîa kiribû ku Îran xwedî kapasîteya wan fuzeyan e ku dikare li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bixe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî meha Sibatê ji qenala Al Jazeera re axivî bû û diyar kiribû ku Îran xwedî wê kapasîteyê nîne ku li DYE'yê bixe, lê belê gotibû, eger Washington êrişî Îranê bike wê li baregehên Emerîkî yên li Rojhilata Navîn bixe.

Trump di axaftina xwe de her wiha dubare kir ku wê destûrê nede ku Îran çekên nukleerî hilberîne û rêveberiya Tehranê bi "dewamkirina armancên xwe yên tarî" sûcdar kir.

Îran jî demeke dirêj e dibêje nêta wan a afirandina çeka nukleerî nîne, lê di mijara bikaranîna teknolojiya nukleerê ji bo armancên sivîl de israr dike.

Serokê DYE'yê her wiha îdîa kir ku li Îranê di tepisandina pêla xwepêşandanên şermezarkirinê de ku 8-9'ê Çileyê gihîşt asta herî bilind 32 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên Îranî qebûl dikin ku di van xwepêşandanan de zêdeyî 3 hezar kes mirin û bûyerên tundiyê weke "çalakiyên terorê" pênase dike û dibêje, ji aliyê DYE û Îsraîlê ve hatine birêxistinkirin.